Gulşîrînê gulnazê
Delalê gerdengazê
Têlek ji têlê sazê lê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Têlek ji têlê sazê lê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Gulnazê gulbihar e
Çima nayê êvar e
Hewşa me sîya darê lê
Li bin dara hinarê
Hoy hoy hoy hoy
Gulşîrînê gulnazê
Delalê gerdengazê
Têlek ji têlê tenbûrê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Têlek ji têlê tenbûrê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
—
Gulnazê fîstan morê
Rûke te sêva sorê
Tu nav bostana jorê lê
Te nabînim nav dorê
Gulşîrînê gulnazê
Delalê gerdengazê
Têlek ji têlê sazê lê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Têlek ji têlê sazê lê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
—
Gulnazê çav bi nûrê
Meşîya te hûr û mûrê
Dengê te pir şîrîn e lê
Lê rihê te li nav tenbûrê
Gulşîrînê gulnazê
Delalê gerdengazê
Têlek ji têlê tenbûrê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Têlek ji têlê tenbûrê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Dilo henûno lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo,
Dilo şewitiyo lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo, lo dilo.
Gulşîrînê gulnazê
Delalê gerdengazê
Têlek ji têlê tenbûrê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy
Têlek ji têlê tenbûrê
Were mala me razê
Hoy hoy hoy hoy